Hikûmeta Awûstralyayê Îran wek berpirsa êrîşên li Sydney û Melbourne dibîne û Sefîrê Bilind ê Canberra yê Îranê û sê dîplomatên wê dersînor kir.
Serokwezîr Anthony Albanese daxuyaniyek xwe de, diyar kir di Cotmeha 2024’an, li hemberî Yahûdiyan du êrîş pêk hatiye û Tehran berpirsyarê van êrîşan e.
Albanese anî ziman ku dibe li pişt êrîşên din ên antîsemîtîk ên li welêt jî, Îran hebe.
Wezareta Karên Derve da zanîn, ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve cara yeke ku gavek wisa avêtine û ragihand ku Awûstralyayê faaliyetên sefaretxaneya xwe ya bilind a li Tehranê rawestandiye û bang li sefîrê xwe yê bilind kiriye ku vegere.
Her wiha Hikûmetê ragihand ku ji bo Sipahên Pastaran a Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorê wê sererastkirina qanûnî pêk bîne.



