Serokkomarê Tirkiyê Erdogan îro dîsa derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û dibêje di pêvajoyê de gelek pêşketin hatine bi dest xistin.
Lê di vê mijarê de heta niha gaveke ku ji aliyê dewleta Tirk de hatiye avêtin, eşkere nîne û civak li benda avêtina gavên şênber e.
Her wiha Erdogan dibêje ewlehî û aramiya Kurdên Sûriyê jî Tirkiye ye.
Erdogan li navçeya Milazgir ya girêdayî bajarê Mûşê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
Erdogan diyar kir di vê pêvajoyê de di demeke kurt de gelek pêşketin bi dest xistine û got,
Erdogan: Hinek dixwazin pêvajoyê jehrî bikin lê wê nikaribin
“Hinek ji dil piştgiriya pêvajoyê dikin û hinek jî di nava hewldanên jehrîkirina pêvajoyê de ne. Çi bikin jî wê nikaribin pêvajoyê têk bibin.
Ev hewaya hêviyê ku ava buye wê kes nikaribe li pêşiya wê bisekine.”
Erdogan: Misogeriya ewlehî û aramiya Kurdên li ûriyê, Tirkiye ye
Erdogan destnîşan kir ew li hemû herêmê alîgirê avakirina aştiya mayînde ne û dibêje,
“Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi danûstandin û dîplomasiyê bên çareserkirin. Weke Tirk, Kurd û Ereb heta qiyametê li ser vê erdnîgariyê em ê bi hevre bijîn. Mîna hemû xwişk-birayên me yên li Sûriyê, misogeriya ewlehî û aramiya Kurdan jî Tirkiye ye. Yên berê xwe bidin Enqere û Şamê wê bi ser kevin. Em ê stranên cudatiyê na, stranên xwişk û birayê bistirên.”



