Nûnera taybet a DYE’yê ya Lubnanê Morgan Ortagus piştî hevdîtina heyeta DYE’ a bi Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun re daxuyanî da.
Morgan Ortagus diyar kir ku biryara hikumeta Lubnanê li ser bêçekbûna Hîzbûllahê divê ji gotinê wêdetir pêk bîne.
Morgan Ortagus got, me biryara dîrokî ya hikumetê bi kêfxweşî pêşwazî kir, lê belê êdî mesele ne gotin e, çalakî ye.
Her wekî da zanîn ku li hemberî her gaveke hikumeta Lubnanê ew ê hikumeta Îsraîlê jî teşwîq bikin ku gavê biavêje.
Ji heyeta DYE’yê Tom Barrack diyar kir ku hikumet û artêşa Lubnanê divê heta dawiya mehê planeke şênber a ji bo bêçekbûna Hîzbûllahê pêşkêş bike.
Barrack ragihand ku Îsraîl li hemberî vê, wê planê garantiyên ewlekariya sînor û pêşniyarên têkildarî vekişînê pêk bîne.
Li aliyê din Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Naim Kasim dubare kir ku partiya wan daxwazên li ser çekdanînê red dike.



