Tevgera Jinên Ciwan li bajara Helebê, ji bo nîqaşkirin û şîrovekirina banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo civînek lidarxistin, Jinên ciwan gotin”Em deyîndarê Rêber Apo, divê her jinek ciwan xwedî li banga Rêber Apo derkeve.”
Civîn li navenda xwendekaran ya taxa Eşrefiyê bi beşdariya jinên ciwan û jinên xwendekar pêk hat.
Di civînê, banga aştiyê ji bo jinek ciwan, pêkanîn û pêşengiya banga aştî û civaka demokratîk hat şîrovekirin.
Her wekî hişmendiya zayîndperest, jinelojî û netwedewlet di civînê de hat nîqaşkirin.
Piştre jinan nerînên xwe derbarê banga Aştî û civaka demokratîk anîn ziman.
Endama Însiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber APO Rojiyan Hisên axivî.
Rojiyan diyar kir ku Rêber Apo rastiya jinan derxist holê û got:
“Rêber Apo zimanê tundiyê li dijî jinan veguherand zimanê aştiyê.
Divê em weke jinên ciwan pêşengiya vê bangê bikin.”



