Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Wargeha Memxûrê bi koma 150’î di roja 769’an de bi biryardariyek xurt didome.
Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 149’an daxuyaniyek ji Lale Bayar ve hate xwendin.
Lale berxwedana Îmraliyê silav kir û got:
“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, dest ji berxwedan û çalakiya xwe bernadin.
Divê her kes nas bike azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurde.”
Piştî axaftina koma 149’an çalakî dewrî kom 150’î kir.



