Li Efxanîstanê otobusek qelibî û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî Nûçeya medyaya Afxanî, otobusa rêwiyan li rojavayê Kabîlê, qeza kir.
Li gorî Wezareta Navxweyî ya Talîbanê, sedema sereke ya qezayê ajotina bileze.
Hêjayî gotinêye ku ev bûyer tenê çend roj piştî qezayek din a kujer li parêzgeha Heratê pêk hat ku herî kêm 79 kes tê de mirin bûn.



