Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev ragihand ku ew di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriye û Îsraîlê de navbeynkariyê dike.
Ilham Aliyev da zanîn ku hevdîtina dinavbera Sûrî û Îsraîlê bi navbeynkariya wan hate kirin û armanca wan ji vê yekê aştiyê li rojhilata navîn biafriînin.
Her wekî din, Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev behsa têkiliyên dinavbera Îsraîlê û Tirkiyê de kir û got,
“Me berê piştgirî da normalîzekirina têkiliyên di navbera herdu welatan de, û her du alî jî hewildanên me yên di vî warî de teqdîr kirin.
Îro, heke ji me were xwestin, em amade ne ku beşdarî vegerandina têkiliyên di navbera Enqere û Tel Avîvê de bibin.”
Aliyev ddibêje ku ew alîkariyên mirovî û enerjiyê pêşkêşî Sûriyê dikin.
Her wiha teqe kir ku li gorî peymana çar alî a di 12’ê Tîrmeha borî de, ji aliyê Azerbaycan, Tirkiyê, Sûriyê û Qeterê hate îmzekirin, 1,2 milyar metrekup gaz dighêje Sûriyê.



