Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 jinên DAIŞ’î ku hewl dan tevî zarokên xwe ji kampa Holê birevin, girtin. Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omar diyar kir ku ev kamp, weke bombeya li ber teqînê
Jinên DAIŞ’î ku li Kmpa Holê dimînin, di her firsendekî de hewl didin birevin û xwe bighînin Tirkiyê.
Îro 6 jinên DAIŞ’î tevî 9 zarokên ku welatiyên Rûsya, Tirkiye, Daxistan Çeçenistan û Gurcistanê ne, hewl dan ji kampa Holê ber bi Tirkiyê ve birevin.
Lê hewldana wan bi bin ket û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew kom girtin.
Kampa Holê ya ku 45 km rojhilatê bajarê Hesekê dikeve. Tê de zêdetirî 71 hezar penaber û koçber dijîn.
Ji wan 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê ne.
Beriya niha berpirsa hêzên ewlehiyê ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê Roj Hesen jî diyar kiribû ku rewşên tevliheviyê li beramberî hêzên ewlehiyê zêde bûne û ragihand ku hêzên wan heta niha pêşî li 635 hewldanên revê yên jinên DAIŞ’î girtine.
KAMPA HOLÊ Û HEWLDANA REVÊ YA JINÊN DAIŞ’Î
EBDULKERÎM OMER: EV KAMP WEKE BOMBEYA LI BER TEQÎNÊ YE
Ji aliyekê din ve Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omar di çarçoveya danûstandinên xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavîsto re rûnişt.
Omer diyar kir ku kamp, weke bombeya li ber teqînê ye û ev tişt anîn ziman:
“Rewşa kampê gelekî nebaş e. Mirov dikarin bêjin ku paytexta DAÎŞ’ê derbasî wir bûye.
Omer destnîşan kir ku ew pilan dikin kesên tundrew ên li kampê derbasî cihekî cuda bikin û zarokan jî bişînin dibistanê.