Li başûrê Lubnanê balafirek bêmirov a Îsraîlê ket, di encamê de 2 leşkerên Lubnanê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand li herêma Ras El Naqûra ya başûrê Lubnanê di encama ketina balafireke bêmirov a Îsraîlê de 2 leşkerên Lubnanê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Her wiha Artêşa Îsraîlê ji ber bûyerê mixabiniya xwe ragihand.
Artêşê daxuyand ku dema balafirê li tesîseke leşkerî ya Hizbullahê dida, pirsgirêk derket.
Di encamê de teqemeniyekê wê li şûna ku biteqe, li erdê ket û li leşkerên Lubnanê xist.
Artêşê da zanîn ku wê derbarê bûyerê de lêkolînê bide destpêkirin.



