Hejmara qurbaniyên êrîşa Rûsyayê ya li ser Kîevê gihîşt 22 kesan, û tê texmînkirin ku 10 kesên din di bin kavilan de asê mane.
Saet 10:05’ê sibê Zelensky ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşa moşekî û dronê ya Rûsyayê ya li ser Kîevê ya doh bi şev gihîştiye 23 kesan.
22 ji wan di êrîşa li ser avahiyek apartmanan a pênc qatî li navçeya Darnîtskî de hatin kuştin.
Hewldanên rizgarkirinê qediyane, lê çarenûsa 8 kesên din hîn ne diyar e.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Timur Tkachenko got
“22 kes mirin. Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê êrîşê li herêma Darnytskyi berdewam dikin.”
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di nav miriyan de 4 zarok hene.
Şaredarê Kîevê diyar kir ku heta niha 63 qurbanî hatine zanîn, ku 11 ji wan zarok in.
35 birîndar, ku şeş ji wan zarok in, li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Artêşa Rûsyayê di şeva 28’ê Tebaxê de êrîşeke li ser Kîevê da destpêkirin, ku bû sedema rêze teqînan.



