Çapemeniyên muxalîf ên li Yemenê îdîa kirin ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed el-Rahavî û serokê Hûsiyan Ebdulmelîk el-Husî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê hatiye kuştin
Hat ragihand, dema serokê Hûsiyan Ebdulmelîk El Hûsî bi Televiziyonekî re diaxivî artêşa Îsraîlê êrîşek pêk anî û li gelek deverên paytextê teqîn çêbûn.
Artêşa Îsraîlê, li ser platforma xwe ya X’ê, ragihand ku hedefeke leşkerî ya Hûsiyan li Sanayê hatiye hedef girtin.
Her wiha Wezîrê Parastinê Israel Katz ragihand ku wan di êrîşê de fermandariya Husiyan hedef girtiye.
Katz, gef li Husiyên Yemenê xwar û got:
“Her kesê ku destê xwe li dijî Îsraîlê bilind bike, em ê wî destî jêkin.”
Heman demê de radyoya Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên li ser Sanayê piştî girtina îstîxbaratê ku kesayetên leşkerî û siyasî yên payebilind ên Hûsî civînek li dar dixin, hatine kirin.



