Di êrîşên artêşa Îsraîlê li ser deverên cuda yên Xezayê de herî kêm 28 Filistînî hatine kuştin.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li Xezayê “herêmeke şer a xeternak” îlan kir.
Di êrîşên ku ji saetên sibehê ve ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li ser deverên cuda yên Xezayê hatine destpêkirin de herî kêm 28 Filistînî hatine kuştin.
Di êrîşeke li ser konên koçberan li herêma Mawassî ya rojavayê Xan Yûnisê de, 5 kes hatin kuştin.
Her wekî di êrîşeke li dijî konên koçberan li herêma Sudaniye ya rojavayê bajarê Xezayê de, 4 kes hatin kuştin.
Di bombebaraneke li herêmaTel el-Hawa ya başûrê rojavayê Xezayê de, li malekê de 5 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Li Kampa Bureyc xaniyek hat hedefgirtin 2 kes hatin kuştin.
Di êrîşeke din a Îsraîlê de li Deyr el-Belahê, mêr û jinek hatin kuştin.
Balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê li ser welatiyên ku li Kolana Ebû Husnî li Xezayê kom bûbûn gulebaran kirin. 3 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Di êrîşên dawî yên li ser Xezayê de, 2 kes dema ku artêşa Îsraîlê li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê li bajarê Refahê yê başûrê Şerîda Xezzeyê gulebaran kir hatin kuştin.
Li Rojavayê Xan Yunisê artêşa Îsraîlê konên koçberan hedef girt, keçek hat kuştin.
Li taxa Zeytûnê dema ku êrîşeke hewayî ya Îsraîlê li ser civatek sivîl hedef girt 2 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê Xezayê wekî “herêmeke şer a xeternak” îlan kir
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li Xezayê, ku ew plan dike ku dagir bike û nêzîkî mîlyonek Filistînî lê penaber bûne, “herêmeke şer a xeternak” îlan kiriye.
Di daxuyaniyek nivîskî de, artêşa Îsraîlê diyar kir ku Xezayê ji “rawestana mirovî” ya ku ji hêla hikûmeta Tel Avîvê ve li ser êrîşan hatiye ferzkirin, hatiye derxistin.
Di daxuyaniyê de Xezayê wekî “herêmeke şer a xeternak” bi nav kir.
Piştî vê biryarê, tê payîn ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li bakurê Xezayê, bi taybetî li bajarê Xezayê, bêtir zêde bike.
NY: Milyonek Filistînî bi metirsiya koçberbûna bi Darê Zorê re rû bi rû ne
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk ango UNRWA (un-er-wa) ragihand ku nêzîkî milyonek Filistînî ji ber dagirkirina plankirî ya Îsraîlê ya bajarê Xezayê dîsa bi metirsiya koçberbûna bi darê zorê re rû bi rû ne.
UNRWA (un-er-wa) li ser hesabê medyaya civakî X’ê derbarê plana artêşa Îsraîlê ya dagirkirina bajarê Xezzeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hat destnîşankirin ku ger êrîşên li ser bajarê Xezayê ji nû ve dest pê bikin, Filistîniyên li wir wê neçar bimînin ku li deverên ku niha qerebalix in, xwe bicîh bikin.



