Artêşa Îsraîlê li ser paytexta Yemenê Sana êrişek heyaî pêk anî, di encamê de gelek endamên hikûmeta Hûsiyan hatin kuştin.
Têkildarî mijarê radyoya Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ev êirş bi erêkirina rayederên Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û koordîneya Serokwezîr Benyamin Netanyahu hatiye kirin.
Radyoyê piştrast kir ku Artêşa Îsraîê li Sanayê ‘Li navendeke leşkerî ya rejîma Hûsî’ xistiye.
Li gorî televîzyona Al-Jumhuriya ya Yemenê, ragihand ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed El Rahawî dema li taxa Bayt Baws a li başûrê Sanayê bû, bû hedefa êrişê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di hedefa êrişê de civîneke payebilind hebû ku wezîrên Hûsî û fermandarên leşkerî tevlî bûn.
Îsraîlê got ku Wezîrê Parastinê yê Hûsî û Serokê Fermandariya Giştî jî di nav de gelek kesên payebilind dibe ku hatibin kuştin.



