Şaredariya Gel a Reqayê li ser bingeha pêşxistina rewşa avahîsazî û hêsanbûna tevgera çûn û hatinê xebatên sererastkirin û pêşvebirina têketinên bajêr dane destpêkirin.
Di çarçoveya plana xwe ya başkirina binesazî û derxistina rûyê şaristaniyê yê bajarê Reqayê de, Şaredariya Gel dest bi xebatên sererastkirina têketinên bajêr kir.
Li gorî serokê Nivîsgeha Lêkolînan a Daîreya Pîşeyî ya şaredariyê Cuma Hîcaz,ev gavek ji bo başkirina binesaziyê û hêsankirina tevgera çûn û hatina şêniyan.
Armanc ew e ku binesazî û estetîkbûna bajêr werin başkirin û li gorî daxwazên gel û ziyaretvanan be.
Cuma diyar kir ku wê têketinek ji çûn û hatinê were avakirin , dîzayna têketinê li ser şêwazek mîmariya kevneşopî û rêbazên pêkanînê yên nûjen be.
Şaredariya Gel diyar kir ku ev xebat gava yekem a planeke berfireh e ku dê di dema pêş de heta têketinên mayî yên Reqayê dirêj bibe.
Tê payîn ku xebata bi hemahengiya daîreyên xizmetguzarî, peywendî û avê tê kirin nêzî mehan bidome.



