Piştî êrişa 12’ê tîrmehê ya li dijî Siwêdayê yekem karwanê alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)di rêya bi lez a di navbera Şam û Siwêdayê re gihiştin Siwêdayê .
Ajansên NY’yî û hin şirîkên din cihên xwe di dayîna alîkariyan de girtin. Alîkarî ji 19 kamyonên alîkariya mirovî, xwarin, alavên paqijiyê, madeyên tenduristiyê, sotemenî û lempeyên li ser enerjiya rojê pêk tê.
Karmendên NY’yî yên derbasî Siwêdayê bûn, li ser pêwistiyên xelkên herêmê li gundewên bakur ê Siwêda û bajaroka Selxe lêkolîn kirin. Di encamê de nirxandinên xwe der barê pêdiviyên mirovî yên lezgîn de rapor amade kirin.
OCHA’yê aşkere kir ku di encama bûyerên dawîn de ji 12’ê tîrmehê û heta 25’ê tebaxê 187 kes koçber bûne. Ji wan gelek malbatên li herêmên cûda yên başûrê Sûriyeyê belav bûne. Vê yekê pêdiviya alîkariyan hîn zêdetir kiriye.
OCHA’yê da zanîn ku NY’yê û şirîkên xwe xebatên xwe bê navber didomînin û destnîşan kir ku di mehên tîrmeh û tebaxê de derdora 370 hezar kesî li Siwêda, Dera û Parêzgeha Gundewarên Şamê sûd ji alîkariyan wergirtine.



