Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî a li Silêmaniyê bi dawî bû û Bafil Celal Talebanî bû serokê hevpeymanê.
Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Welatên Erebî ku di 27’ê Tebaxê de li Silêmaniyê destpêkiribû, di roja çaran de bi dawî bû.
Di kongreyê gelek panel, dîdar û guftugo li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn, herêmê, guhertinên li herêmê û pirsgirêka Kurdan hatin lidarxistin.
Kongre di roja çaran de dawî bû û serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî weke serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî hate hilbijartin.
Bafil Talebanî di roja dawî de peyamek da û got; “Serokatiya hevpeymanê erkek mezine, fikira Mam Celal wê hertim rêberiya me bike. Emê ji bo yekitî, reform û edaletê bixebitin.”



