Çavkaniyên herêmî li taxa El-Sumeryê ya Şamê piştrast kirin ku çekdarên hikûmeta veguhêz koçberiya bi darê zorê didomînin.
Ew dibêjin daxuyaniyên ku behsa garantî û parastinê dikin, hemû derewin û piraniya nifûsa Elewiyan di xeteriyê de ye
Li gorî çavkaniyan, komên çekdar bi şev êrîşî malan kirine û gef li niştecihan xwarine ku eger ew sibê malên xwe neterikînin dê wan bikujin.
Ev yek bi gef û lêdanan pêk hatiye.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku niştecih ji ber van kiryaran di rewşek tirsê de dijîn, di heman demê de gef û çavtirsandin tevî sozên fermî yên ku hîn nehatine bicîhanîn jî berdewam dikin.



