Şêniyên kantona Reqayê û Platforma Malbatên Windayiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşangeheke wêneyên windayiyan, Roja Cîhanî ya Windayiyan bi bîr anî.
Pêşangeh ji aliyê Platforma Malbatên Windayiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat lidarxistin û tê de bi dehan wêneyên kesê ku di salên şerê li Sûriyeyê de winda bûne, hatin pêşandan.
Koordînatorê platformê Ebas Elî Mûsa got: “Êşa me yek e. Ev roj roja nûkirina banga aşkerekirina çarenûsa windayiyan û pêkanîna edaletê ye.”
Mûsa diyar kir ku di platformê de 600 malbatên windayiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û got: “Bê ku çarenûsa windayiyan were naskirin û edaleta civakî neyê pêkanîn, aştî li Sûriyeyê pêk nayê.”



