Nivîskar û çalakvana Jin a Sûrî Sara Ebas daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir.
Sûrî Sara diyar kir ku bi saya fikrê Rêber Apo jin cihê xwe li her qadî de girt.
Her wiha destnîşan kir ku azadiya jinan bingeha sereke ya avakirina civaka aram e.
Di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ya ku di 21’ê tebaxê de dest pê kiriye, bi hezaran imze hatine komkirin.
Gelek kes piştgiriyê didin vê kampanyayê û daxwaza dîtina Rêber Apo dikin.
Ji wan kesan, nivîskar û çalakvana Sûrî Sara Ebas e.
Sara Ebas diyar kir ku heta Rêber Apo nebînin, dev ji çalakiyên xwe bernadin.
Sara Ebas: Abdullah Ocalan sembola berxwedanê ye
Sara Ebasbal kişand ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan û got:
“Rêber Abdullah Ocalan ne tenê kesayetek siyasî ye.
Ew sembola Berxwedan û baweriya azadî û edaletê ye.
Ramanên wî sînorên heyî derbas kirine.
Hêviyên nifşên pêş ên demek dirêj ji tundî û zulmê derbas kirin, vejîn dike.
Rêber Abdullah Ocalan doza gelê xwe li ser milê xwe kiriye.
Ji bo pêkanîna pêşerojeke aştiyane û wekhev, rojekê gav paş de ne avêt.
Ji vir jî sekna mirovî li kêleka wî û daxwaza rakirina tecrîda ferizkirî, erka mirovî ye.”
“Jin bi felsefeya Abdullah Ocalan bû jêdera hêza şoreşan”
Her wiha Sara Ebas da zanîn ku Rêber Apo mifteya çareseriyê ye û jin bi saya wî cihê xwe li her qadî de girt û got:
“Rêbertî sîstema baviksalarî bi tundî rexne dike.
Têkiliya wê ya dîrokî bi damezirandina destpêkê ya dewletê ve girêdide.
Sîstema serdestiya mêr jinan dûr dixe û rola wê dide aliyekî.
Di felsefeya xwe de jinan wekî qurbanî nahesibîne.
Berûvajî di felsefeya wî de jin jêdera hêza şoreşan e.
Ev di qada parastina rewa de jî derbasdar e.
Ew xwe dispêre demokrasiya rast.
Ji ber jin di ramanê Rêbertî de kilîta azadiyê û bingeha guhertina sereke ye.”
“Azadiya jinan bingeha sereke ya avakirina civaka aram e”
Nivîskar û Çalakvana Sûrî Sara Ebas di dawiya axaftina xwe de peyam da û ev tişt anî ziman:
“Nameya min wekî jinek ji vê nerînê tê.
Bêyî azadiya jinan demokrasî nepêkan e.
Tişta Rêbertî aniye ziman diyar dike ku beşdariya jinan di jiyana giştî û siyasî de ne pijarteyeke din a zêde ye.
Lê belê ew bingeha sereke ya avakirina civaka aram e.
Li ser vî esasî banga min a pêkanîna danûsteninê tê.
Divê Tundî were rakirin. Rola jinan di misogeriya pêşeroja li ser esasê parastina nirxên azadî û rumeta mirovan de, pêk tîne.”


