Balafireke bêmriov a dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.
Hemwextî wê QSD’ê hewldana ketina çeteyan a nuqteyek wan li gundewarê Til Temirê yê kantona Cizîrê têk bir.
Di derengiya şevê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê ya gundewarê başûrê kantona Firatê bombebaran kir.
Şervanên QSD’ê hewldana ketina gundekî Til Temirê têk bir
Hemwextî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundekî rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê.
Li gorî ajansa ANHA’yê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê yên QSD’ê hewldana ketina çeteyan a nuqteyek wan li derdora gundê Til El Leben ê Til Temirê têk bir û çete revîn.
Tu agahiyên zêdetir li ser êrişa derdora Bendava Tişrînê û hewldana çeteyan a ketina gundê Til El Leben nehatin bidestxistin.



