Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Siyasetmedarê Kurd Burhan Şêx Reûf derbarê kongreyaê de axivî û got:
Di kongrê de mijarên girêdayî jin û ciwanan û hevkariya Kurdî – Erebî hatin nîqaşkirin.
Ji bo pêkanîna edalet û aramiyê girîngî dan civaka demokratîk.
Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 4 rojan dom kir û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hejmareke ji siyasetmedarên Kurdistanî, Iraqî, Erebî û navneteweyî beşdarî kongreyê bûn.
Siyasetmedarê Kurd Burhan Şêx Reûf girîngiya kongreyê anî ziman
Beşdarên kongreyê mijarên wek pirsgirêkên girêdayî jinan, mijarên li ser ewlehî, aramî û zehmetiyên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn nîqaş kirin.
Derbarê mijarê de, Siyasetmedarê Kurd û endamê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistan (YNK) Burhan Şêx Reûf axivî.
”Pirsgirêkên jin û ciwanan û xurtkirina biratiya Kurd-Ereb hatin nîqaşkirin”
Burhan Şêx Reûf diyar kir ku kongre ji bo xurtkirina nirxên demokrasî û edaleta civakî xwedî girîngiyeke mezin bû û got:
Di kongreyê de kongreyeke biçûk ji bo jinan hat lidarxistin û ev jî gaveke pir girîng bû.
Diyalogên curbecûr ên li ser peydakirina çareseriyan ji bo pirsgirêkên jinan û xurtkirina hevkariya civakên ji hev nêzîk, hatin kirin.
Her wiha mijara xurtkirina biratiya Kurd – Ereb li herêmê û pêşxistina pêvajoya aştiyê hat nîqaşkirin.
”Kongre ji bo xurtkirina nirxên demokrasî û edaletê girîngiyek e”
Burhan Şêx Reûf anî ziman ku kongreyeke wiha li Silêmaniyê peyameke siyasî û exlaqî ya hevdîtina tecrûbeyên demokrasiyê yên li herêmê, cîhana Erebî û cîhanê nîşan dide û wiha domand:
Nexasim tecrûbeya Kurdistanê ya ku YNK û partiyên komunîst ên din di 50 salan de nûnertiya wê dikin.
Êdî Kurd û YNK’ê di vê projeyê de hevkar in.
Ev jî li ser şopa serok Celal Talebanî ye yê ku bibû aştîxwaz û dengekî xurt di tevgera komunîst a cîhanê de.
Siyasetmedarê Kurd û endamê YNK’ê Burhan Şêx Reûf diyar kir ku pirsgirêka Filistînê mijareke sereke ya kongreyê bû û tê de bal hat kişandin li ser zehmetiyên gelê Filistînê û binpêkirinên Îsraîlê û wiha bi dawî kir:
Beşdarên kongreyê bang li hemû gelên herêmê û cîhanê kir ku li hemberî van siyasetan bisekinin.



