Hêzên Parastina Gel-HPG’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
HPG’ê diyar kir di navbera 8 û 31’ê Tebaxê de gelek caran qadên gerîla hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 8-31’ê Tebaxê yên li ser hêzên gerîla agahî parve kir:
Li gorî daxuyaniyê 8 û 9’ê Tebaxê Qada Metînayê 4 caran, 11’ê Tebaxê herêma Garê 5 caran, 18 û 19’ê Tebaxê jî herêma Zapê 3 caran bi çekên giran hatin bombebarankirin.
HPG’ê diyar kir hêzên gerîla jî bi teknîkê dest li dagirkeran werdan.
Her wiha hate diyarkirin di navbera 8 û 31’ê Tebaxê de balafirên bê mirov yên bi çek li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê geriyan û keşif kirin.



