MSDˊê diyar kir ku aramî û ewlekarî bêyî qebûlkirina mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk nayê û anî ziman ku pêwistiya dema pêş bi hevgirtina civakî û projeya demokratîk heye.
Di semînerê de aloziya li Sûriyeyê, geşedanên siyasî û aborî yên heyî hatin nirxandin. Di heman demê de nêrîna MSD’ê di çareseriya siyasî ya aloziya li Sûriyeyê de hate vegotin.
Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî di semînerê de axivî û diyar kir ku di dema her kes balê dikişîne ser xalên lihevkirinên siyasî bi taybet di mijara antegrasyonê de em van pirsyaran dikin: “Çima benda yekem û ya serke paş guh dikin. Ew girêdayî mijara pêkanîna xalên lihevkirinê ye.
Bi taybet di mijara agirbestê de çima gavan navêjin.
Rêzgirtina îradeya gel a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya wê dike, çima di ber çavan re derbas nakin.”
Mihemed Elî axaftina xwe wiha dewam kir: “Mixabin, li gorî xala agirbestê tev nagerin.
Me di dema derbasbûyî de xeteriyek mezin jiyan kir. Li dijî sivîlan komkujî pêk hatin.
Yasayên navneteweyî hatin binpêkirin. Em di demekê de ku daxwaza dûrketina ji kîndariyê dikin, gotinên kîndariyê li ser medyayên dîjîtal bi xurtî tên pêşxistin.
Ev yek gefan li aştiya navxweyî dixwe.
Derfetên danûstendinan asteng dike.
Em pir behsa çareseriyên siyasî dikin.
Lê heta niha aliyên bibandor û siyasetmedaran nêrîneke rast karibe têkçûyînê bi dawî bike, pêşkêş nekirine.”
Mihemed Elî bal kişand ser destwerdana hêzên derve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em destwerdana dewleta Tirk û Israîlê ji nêz ve dişopînin. Destwerdana wan ji rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nayê qutkirin.
Divê helwesteke me ya zelel û hevgirtî hebe.
Ji ber destwerdanên wan yekser bandorê li çarenûsa gelê me û pêşeroja Sûriyeyê bi giştî dike.
Hemû welat niha behsa giringiya aramiya li Sûriyeyê dikin. Lê gerek bizanin tu aramî bêyî pêkanîna edalet û naskirina mafê hemû pêkhateyan, ne pêkan e.”
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “MSD’ê rewşa herêmî û navneteweyî bi baldariyeke mezin lêkolîn dike.
Bi taybet bi pêşketinên têne jiyankirin re, ev girîng e. Diyar dibe herêm ber bi guhertineke nû û dîzayneke siyasî ya nû ve diçe.
Dîzayna nû di herêmê de tê xêzkirin, tevgera navneteweyî di herêmê de ji Xeza, heta Lunban, ji Sûriyê û heta Iraqê di vê çarçoveyê de ye.”
Mihemed Elî diyar kir ku: “Heger me daxuyaniyên mehekê yên berpirsên navneteweyî û Tom Barak jî di nav de dan ber hev, em ê nezelaliya siyasetan bibînin. Ew dixwazin siyasetên dûrî rewşa heyî û daxwaza gelan ferz bikin. Komkujiyên li dijî gelê me hatin kirin û bi taybet gelê Kurd, dê tu carî neyê jibîrkirin.
Divê hesab ji kujeran were xwestin, da ku komkujî misoger dubare nebin.
Pêwistiya dema pêş bi hevgirtina civakî ya li dora pirojeya demokratîk, heye.
Têkilî divê hîn zêdetir bi hêzên demokratîk ên derve û hindir re werin pêşxistin. Ji ber niha şer ne tenê di navbera hêzên berxwedan û desthiladaran de ye. Lê veguheriye tekoşîna li ser çarenûsa tevahî herêmê.”
Di semînerê de her wiha nirxandin û nîqaş di nava beşdaran de hatin kirin. Hate xwestin hemû aliyên Sûriyeyî bi hev re pirojeya niştimanî ya mafê hemû pêkhateyan misoger bike, pêk bîne.
Di dawiya semînerê de hate destnîşankirin ku pêwiste hevdîtin û têkilî di navbera aliyan de her berdewam pêk were.



