Encamên ezmûnên xwendekarên asta amadehî ya minhacên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê aşkera bûn.
Diyar bû ku hejmarek xwendekarên ku di komkujiyên li Siwêdayê de hatin kuştin, bi ser ketine.
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê duh encamên ezmûnên asta amadehî aşkera kirin. Derket holê ku hin xwendekarên serketî di êriş û komkujiyên Tîrmehê de li Siwêdayê hatine kuştin.
Di medyaya dijîtal nav û wêneyên hin xwendekaran û pileyên wan hatine parvekirin. Ji wan xwendekaran, xwendekarê bi navê Enese Emced Şuheyb e.
Enes ê ji 3100 pileyê 3696 pile qezenc kiriye, tevî bav û birayê xwe Eyhem û apê xwe Eymen û pismanên xwe Omer û Husên di êrişa li ser rêya gundê Seila yê rojavayê Siwêdayê de hatin qetilkirin.
Navê xwendekar Tala Husam El Şofî jî hate parvekirin. Tala ya ku ji 3100 pileyê 3090 pile qezenc kiriye, di rêwîtiya koçberiyê ya bi malbata xwe re hat qetilkirin.
Li gorî parvekirinan, serketina bxwendekarê bi navê Merwan El Helebî jî hat ragihand. Mûîn, bav,dayik û birayê xwe, tevî 13 kesên din di komkujiyekê de hatin qetilkirin.



