Belûcên li Kanadayê Kongreya Belûcan avakirin ku armanca xwe-danasîna ziman, çand û mîrateya Belûc e.
Bi vê Kongreyê Beluc dixwazin hebûn û nasnameya ku sedê salane hatiye înkarkirin ji nû ve zindî bike.
Civaka Belûc a Kanadayê ragihand ku Kongreya Belûc a Kanadayê (CBC) ava kirine.
Hat diyar kirin ku kongire wê mafên mirovan, xurtkirina edalet, parastina Ziman, Çand û jinan ji xwe re esas bigire.
Kongreya Belûc a Kanadayê armanc dike ku dengê Belûcên Cîhanê di asta neteweyî û navneteweyî de belav bike.
Ji bo rêveberiya kongreyê, Nader Baluc û Sekreteriya Giştî jî Dr. Zaffar Baluc hatin hilbijartin.
Rêveber û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî beşdarî kongreyê bûn û piştgirî dan.



