Tenê di meha Tebaxê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de 166 kes jê 34 jin hatin kuştin.
Li gorî ku hat ragihandin di meha borî de li Şam, gundewarê Şamê, Hums, Hema, Laziqiyê, Tertûs, Idlib, Dera û Dêrazorê de 97 sivîl di nav de 5 zarok û 2 jin hatin kuştin.
Tê gotin ku ew kes di bin navê tolê an jî nasnameya mezhebî hatin kuştîn.
Her wiha hat diyar kirin ku li Siwêda ji ber şer, komkujî û êrişên Îsraîlê ku di navîna Tîrmehê de dest pê kirin, 2 hezar û 14 kes hatin kuştin.
Li gor daneyan, di meha tebaxê de 35 sûc hatine kirin ku di encamê de 28 mêr, 4 zarok û 5 jin hatine kuştin.
Ev sûc ku sedemên wê nehatin zanîn li Şam û gundewarê wê, Heleb, Laziqiyê, Hema, Idlib, Dera û Dêra Zorê hatine kirin.
Hate destnîşan kirin ku di meha Tebaxê de ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer 32 sivîl jê 16 zarok û 4 jin jiyana xwe ji dest dan.
55 kes jî di nav de 16 zarok û 4 jin birîndar bûne.



