Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya di şev de 13 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Parastina Sivîl, hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîş birin ser qatê herî jor ê apartmaneke li başûr rojavayê bajêr û di encamê de 10 kes hatin kuştin.
Her wiha di êrîşeke bi helîkopteran de ya li ser daîreyeke li rojavayê Xezeyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gel vê yekê bi armanca dagirkirina bajarê Xezeyê, artêşa Îsraîlê di çarçoveya operasyona ‘Tankên Gedeon II’ de bang li 40 hezar leşkerên cihgir kir ku wezîfeyê bikin.
Hate ragihandin ku piraniya kesên ku artêşê di çarçoveya seferberiya lezgîn de bang li wan kir wê ji îro û pê ve teslîmî yekîneyên xwe bibin.



