Xebatên ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ya li Meclîsê dewam dike.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku meseleya Kurd nabe ku tenê li ser çekdanînê bê nîqaşkirin.
Abdulkadîr Guleç anî ziman ku bi bêdengbûn û şewitandina çekan re meseleya Kurd wê nehatibe çareserkirin. 100 sal in mafên Kurdan têne desteserkirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ku li ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ya li Meclîsê lê hate guhdarîkirin, axivî.
Guleç destnîşan kir ku nabe meseleya Kurd li ser tundiyê bê pênasekirin û bi bîr xist ku mafên Kurdan sed sal in têne desteserkirin û got:
Ji bo meseleya Kurd ji nava tundiyê bê derxistin tişta bê kirin cuda ye.
Ji ber vê yekê nabe ku meseleya Kurd tenê li ser çekdanînê bê nîqaşkirin.
Beriya her tiştî divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdan bê naskirin û têkildarî vê mijarê destûreke bingehîn a nû bê avakirin.
Guleç anî ziman ku wan di komîsyonê de işaret bi van xusûsan kir û bi bîr xist ku ew niha li bendêne ku gavên şênber bêne avêtin.
Abdulkadîr Guleç: Tundî ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd derkete holê
Guleç bi bîr xist ku tundî ji ber neçareseriya meseleya Kurd derkete holê û wiha anî ziman:
Rayedarên dewlet û desthilatdariyê îro li ser dûrxistina ji tundiyê qala meseleya Kurd dikin.
Kurd li gorî destûra bingehîn a heyî welatî jî nayên hesibandin.
Divê kar li ser destûreke bingehîn ku xwedî avaniyek welê be ku li rewşa pirrengî ya Tirkiyê, li rastiya wê ya çandî, bawerî û etnîkî bê, demokratîk be û her kesî hembêz bike.
Abdulkadîr Gule: Pêwîstî bi destûreke nû ya bingehîn heye
Guleç işaret bi fikarên muxalefeta bingehîn a li ser destûreke nû ya bingehîn kir û dibêje:
Li gel guhertinên hatine kirin jî bingeha destûra bingehîn a neyî ya darbeyê ye, lewma beriya her tiştî pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû heye û ji bo vê jî destpêkê divê zîhniyet bê guhertin.



