Li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê panelek bi navnîşana ‘Projeya Rêveberiya Xweser û Çarenûsa Pêkhateyan di Siberoja Sûriyeyê de’ ji aliyê şandeya PYD’ê û nûnerê Rêveberiya Xweser ve hat li darxistin.
Di panelê de bal kişandin ser têkoşîna ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd li Sûriye.
Di panelê de gelek rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn.
Di destpêkê de Foza Yûsif diyar kir ku pirsgirêkn li Sûriy6hene bi şer çareser nabe û got:
“Rejîma heyî çareseriyê naxwaze, ji ber ku pişta xwe daye derve.
Sûriye ya hemû xelkê Sûriyê ye, pêwîstiya Sûriyê bi demokrasiye heye.
Armanca me ne parçekirina Sûriye ye, em mafê xwe dixwazin.”
Endamê PYD’ê Salih Muslim jî da zanîn ku Rojavayê Kurdistanê bi saya berxwedana xwe ya dîrokî niha amade ye ku mafan biparêze.
Di dawiyê de Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê Mihemed Cûma Ala Mihemed got:
“Divê em civakê ji aliyê zêhniyetê ve û ji bo şîrovekirineke rast ya pirsgirêkan nas bikin.
Em di vê qonaxê de ne ku lîberalîzm serdeste.
Pêwîstiya me bi şoreşeke îdeolojîk heye.”



