Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê amarên nû yên girtiyên ber yasaya efuya giştî ketine eşkere kir.
Encûmena Bilind ragihand piştî ku yasaya efûya giştî ji serê salê ve ketiye di meriyetê de, 33 hezar 536 kesan jê sûd girtine û hatine berdan.
Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji ber amadenebûna wan a li dadgehê hatine cezakirin jî gihiştiye 136 hezar û 817 kesan.
Hêjayî bibîrxistine ye, di serê salê de yasaya efûya giştî, yasaya vegerandina mulk û malê welatiyan û yasaya rewşa kesî li parlementoyê deng li ser hat dayîn.
Her du yasayên efûya giştî û rewşa kesî ketin meriyetê.
Ev yasa daxwaza aliyên Şie û Sine bûn.
Lê daxwaza Kurdan a yasaya vegerandina mal û mulkê welatiyan heta niha neketiye meriyetê.



