Di navbera Amerîka û Venezuelayê de alozî careke din zêde dibe.
Hat ragihandin Amerîka hejmareke zêde leşker û keştiyên şer dişîne Venezuelayê.
Serok Dewletê Venezuelayê Amerîka hişyar kir û got:
“Eger Amerîka êrişî me bike em ê li Venezuelayê komara çekdarî îlan bikin.”
Di van rojên dawiyê de careke din aloziya di navbera Amerîka û Venezuelayê de zêde buye û zengilên şer lê didin.
Hat ragihandin Amerîkayê Serokê Amerîkayê Donald Trump keştiyên şer li Venezualeyê bi cih kirine û leşkerên Amerîkayê jî ber vî welatî ve bi rê ketine.
Sedema aloziya vê carê bazirganiya heşîşê ye
Hat ragihandin sedema aloziya vê carê jî bazirganiya heşîşê ye. Amerîkayê di hefteya derbasbuyî de ragihandibû ku li hember gefa bazirganiya heşîşê ya li Amerîkaya Latîn ew ê hêza xwe ya deryayî ya li Venezuelayê zêde bike.
Ev yek jî li ser banga Serokê Amerîkayê Trump ya destwerdana leşkerî ya li dijî bazirganên heşîşê pêk hat.
Amerîka 4 hezar leşker dişîne Venezuelayê
Li gorî nûçeya Associated Press-AP tevî sê keştiyên şer, zêdeyî 4 hezar leşker hatine şandin û wê di nava vê hefteyê de li herêmê bi cih bibin.
Madûro: Amerîka êriş bike em ê li Venezualeyê komara çekdarî îlan bikin
Serok Dewletê Venezuelayê Nikolas Maduro têkildarî mijarê daxuyaniya çapemeniyê da.
Madûro anî ziman Amerîka xwe ji bo detwerdana leşkerî amade dike û û got, “Eger hêzên Amerîka yên li Karayip êrişî welatê me bikin em ê komara çekdarî ragihînin.”
Serok Dewletê Venezuelayê wiha dibêje,
“Venezuela bi gefa herî mezin ya sed salên dawiyê re, rû bi rû ye. Tevî keştiya bin avê ya nukleer, heşt keştiyên şer yên Amerîkayê ku hezar 200 fuze lê barkirîne vê gavê berê xwe dane Venezuelayê. Ev gefeke ku berê qet nehatiye dîtin.”
Her wiha Madûro diyar kir li hember vê zexta mezin ya leşkerî ji bo parastina venezuelayê wan amadekariyeke mezin kirine.



