Amnesty diyar kir ku hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di Tîrmehê de 46 durzî li Siwêdayê înfaz kirin û anî ziman ku ev li cihên giştî û taybet hatine înfazkirin.
Rêxistinê aşkera kir ku wan belge û dîmenên heyî lêkolîn kirine. Di wir de diyar dibe ku zilamên bi cilên leşkerî û ewlekariyê yên fermî, sivîlan înfaz dikin. Di heman demê de nêrîna şahidên bûyerê hatin girtin û lêkolîna çekên hatine bikaranîn hatin kirin.
Amnesty da zanîn ku li ser cilên 4 kesên çekdar ku di dîmenan de xuya dibin “îşaretên reş” ên girêdayî çeteyên DAIŞˊê hene, lê DAIŞˊê êrişa dijî Siwêdayê li xwe negirt.
Di Tîrmehê de li Siwêdayê di navbera şervanên xwecihî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz û komên girêdayî wê de şerekî dijwar rû da.
Li gorî amarên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrişê de jin û zarok jî di nav de 789 sivîlên durzî hatin înfazkirin.
Çalakvana Sûriyayî Diyana Seman ji Amnesty daxwaza kir ku lêpirsîneke serbixwe der barê komkujiya Siwêdayê de bide destpêkirin. Da ku sûcdar werin darizandin.
Piştî komkujiya li Siwêdayê Hikûmeta Veghêz a Sûriyeyê rêyên ketin û derketina Siwêdayê girtin û embargo ferz kir. Heta çend hefteyan rêya çûn û hatina ber bi Şamê û Siwêdayê ve hatibû girtin, dûre hate vekirin.



