Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbata endamê TEV-DEM’ê Hayik Qertimanî re xwest. Şêniyan soz da ku ew ê tekoşînê heta pêkanîna hêviyên şehîdan bidomînin.
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Hayik Qertimînî di 30’ê Tebaxê de bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da.
Konê sersaxiyê li taxa Enteriyê ya Qamişloyê, li ber mala şehîd Hayik hate vedan. Li bin kon wêneyên Rêber Abdulah Ocalan, al û sembolên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîd Hayik hatin daliqandin.
Îro bi sedan niştecihên Qamişlo û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên TEV-DEM, rûspî û şêxên herêmê serdana konê sersaxiyê kir.
Di bin konê sersaxiyê de merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Kesîr axivî û bal kişand ser kesayeta şehîd Hayîk Qertimînî û ev tişt anî ziman: “Di serî de em bejna xwe li ber malbata şehîd ditewînin. Şehîd Hayîk heta kêliya dawî ya jiyana xwe, têkoşîn kir. Em ê tu carî têkoşîn û berxwedana wî ji bîr nekin. Em ê bi wî rihê berxwedanê serkeftinê mayînde bikin.”
Di berdewama merasîmê de endamê TEV-DEM’ê Hemdîn Nebî li ser giringiya berdewama xeta şehîdan axivî û wiha got: “Em li vir hemû şehîdên xwe yên ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê li ser fikrê Rêber Abdulah Ocalan a rûmet û azadiyê bidomînin.”
Di merasîmê de li ser navê Kongreya Star Ahîn Îbrehîm axivî û got ku bar giran e û gel dê berxwedana xwe ya ji bo serkeftina mayînde ya li ser rêya pêkanîna neteweya demokratîk û armancên wê bidomîne.
Di dawiya merasîmê de belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîd re bi dawî bû.



