Siyasetmedarê Swîsreyî Julien Schwab pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
Julien Schwab da zanîn ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê fikrên Rêber Apo esas bêne girtin û got:
“Aştî û diyalog di nava şert û mercên wekhev de pêk tên.
Divê Ocalan bi rengekî azad tevlî vê pêvajoyê bibe.”
Ji Nûnerên Kantona Lozanê ya Partiya Karker-POP a Swîsreyê Julien Schwab pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
“Birêz Ocalan pêşengê şoreşa Kurdistanê ye”
Julien Schwab da zanîn ku di demekê de şer zêde bûye hewldana ji bo peydakirina çareseriya demokratîk a ji pirsgirêka Kurd re girîng e û got:
“Di her şoreşekê de li cîhanê kesayetiyeke pêşeng heye, çi mêr be çi jin be.
Pêşengê şoreşa li Kurdistanê jî Birêz Ocalan e.
Em qala kesayetiyek rêberî û rewşenbîrî dikin.
Ev gelekî girîng e ”
“Paradîgmeya Ocalan a çareseriyê wê Tirkiyê demokratîk bike”
Julien Schwab diyar kir ku li gel israra şer a dewleta Tirk Rêber Apo di aştiyê de israra dike, ku ev yek cihê pîrozkirinê ye û wiha dewam kir:
“Em dikarin bala xwe bidin ser hikumeta Tirkiyê.
Erdogan hewl dide bi zordariyê û şer vê meseleyê çareser bike.
Lê belê dema ku mirov bala xwe dide ser hilberîneriya polîtîk û teorîk a Ocalan, dibînin ku diyalogê teşwîq dike, piştgiriyê dide siyasîbûna gelan.
Giraniya xwe dide ser naverokeke demokratîk.”
“Azadiya Ocalan tê wateya naskirina mafdariya têkoşîna gelê Kurd “
Julien Schwab anî ziman ku li gel israra li ser aştiyê jî girtîhiştina Rêber Apo nayê qebûlkirin û wiha pê de çû:
“Berdana Ocalan ne tenê sembolîk e, wê di heman demê de bibe nîşaneya nêteke baş.
Azadiya Ocalan tê wateya naskirina mafdariya têkoşîna gelê Kurd.
Ez jî piştgiriyê didim gelê Kurd ku weke şertê destpêkê daxwaza azadiya Ocalan dike. ”
“Divê şerê li hemberî gelê Kurd bê rawestandin”
Julien Schwab di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de işaret bi girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo kir û wiha bi dawî kir:
“Li gorî min ev pêşniyar çareseriyeke balkêş e û li rewşa Tirkiyê tê.
Ev pergal li konfederalîzma demokratîk nayê ku Ocalan û Kurd, bi taybetî jî PKK diparêze.
Divê dewleta Tirk beriya her tiştî dijberiyê rawestîne, ji ber ku pergala yekperestiyê xitimî ye.
Ji bo peydakirina çareseriyeke ji dil divê feraseta yekperestiyê biterikîne.
Divê şerê li hemberî gelê Kurd bê rawestandin û êrîş bêne sekinandin.”



