Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Bêrîtan Amed ya ku di sala 2025’an de ji ber nexweşiyê şehîd bû, eşkere kir.
PAJK’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanîna xeyalê şehîd da.
Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Bêrîtan Amed ya ku di sala 2025’an de ji ber nexweşiyê şehîd bû, eşkere kir û got:
“Yek ji jinên ku bi felsefeya jiyana Apoyî re pêşengî ji gelan û şoreşan re kirin hevrêya me ya hêja Bêrîtan Amed e.
Hevriya Bêrîtan di temenek pir biçûk de rû bi rûyê vê rastiyê ma û sala 1992’yan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Tevî ku di zarokatiyê de beşdar bû jî, her tim berpirsyariyên mezin girt ser xwe.
Lewma her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ya 33 salan, ji bo Kurdistanê têkoşiya .
Hevrêya me Bêrîtan tim xwe li hemberî Rêbertiya me, şehîdên me, gelê me û hevrêyên xwe berpirsiyar dîtiye.
Li gel pîvanên milîtaniya PAJK’ê xwe li ser xeta Zîlan perwerde dike.
Hevrêya me Bêrîtan li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat têkoşîn daye meşandin.
Tevî ku di nava pratîka şer de gelek caran birîndar bû ye jî tim û tim berê xwe da ye qadên ku lê pratîka zêde û şerê dijwar heye.
PAJK: Bêrîtan Amed 33 salan têkoşînek bê hempa da meşandin
Prensîbên îdeolojiya rizgarbûna jinan hem li gel xwe û hem jî li gel hevrêyên xwe û hemû jinan pêş xistine.
Dema ku hewce bûye li qadên şer ên herî dijwar bi çeka xwe li hemberî dijmin şer kiriye.
Ji bo avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan di nava xebatên qada civakî û xebatên birêxistinkirinê de cihê xwe girtiye.
Tevî ku Hevrêya me di nexweşiyeke û pêvajoyeke tedawiyê ya giran re derbas kiriye jî ji bo tevlîbûna pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me înîsiyatîf standiye û daye destpêkirin.
Hevrêya me Bêrîtan berxwedaneke pir mezin, têkoşîn, îrade û gelek taybetmendiyên din ên bedew tevlî 33 salan kir û 27’ê Tebaxa 2025’an tevlî karwanê şehîdên nemir bû.”
Her wiha di dawiyê de PAJK’ê sersaxî ji malbata şehîd Bêrîtan Amed, ji gelê Çinar û ji tevahî Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna xeyalên wê da.
Li gorî daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Bêrîtan Amed
Nav û Paşnav: Semra Duva
Cihê Jidayikbûnê: 1980 / Çinar-Amed
Navê Dayik – Bav: Habîbe – Sînan
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tebaxa 2025’an



