Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzdî “TAJÊ” derbarê biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê nameyeke ji wezaretê re şand.
TAJÊ di nameyê de diyar kir ku biryara wezaretê biryareke xeternak e û berdewamiya jenosîda 2014 e.
3’ê Tebaxa 2014 DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir. Ji ber êrişên hovane komkujî pêk hatin. Ji ber vê yekê Êzdî ji Şengalê koçber bûn û berê xwe dan Duhokê û deverên dîtir ên başûrê Kurdistanê.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, 20’ê Tebaxa îsal ragihandibû ku ew ê ji bo kesên ku ji ber êrişên DAIŞ’ê di kampa Duhokê de bi cî bûne, qanûna “entegrasyonê” pêk bîne.
Piştî derxistina vê qanûnê êdî ew kes dê li cihên xwe yên heyî bi awayekî mayînde bimînin û statuya xwe ya koçberiyê winda bikin.
Biryara wezaratê di nava civaka ÊzidÎ de bû sedema bertekan.
Têkildarî mijarê, Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) name ji wezaretê re şand û xwest demildest biryar were betalkirin.
TAJÊ di nameya xwe de diyar kir ku hikûmeta Iraqê tu berpirsyariya xwe pêk neaniye, Yek-kirina hemû kampan biryareke metirsîdar e.
Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji Wezareta Koç û Koçberan kir:
-Biryara ku we di 20’ê Tebaxê de girt divê were betalkirin.
-Divê derfet ji bo koçberan were dayîn, malên wan bên avakirin, projeyên kar li Şengalê bên avakirin da ku Êzdî vegerin cî û warên xwe.



