Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji Medya Haber TV re axivî.
Karasû, ji ber ku dewleta Tirk hevdîtinên li gel Rêber Apo dereng dixîne û ji çareseriyê direve got “ew xwe dixapînin”.
Karasû wiha axivî: “Rêber Apo di vê hevdîtinê de nirxandinên gelekî girîng kirine, helwesta xwe diyar kiriye, diyar kiriye ku divê rêveçûna pêvajoyê çawa be.”
Karasû bi berdewamî dibêje: “Rêber Apo vê derengketinê rast nabîne, heta wer difikire ku ev li hemberî wî û li hemberî pêvajoyê nêzîkatiyeke şaş e. Heger ku nêzîkatî rast nebe zirara herî mezin wê dewleta Tirk bibîne.”
Mûstafa Karasû bal kişand li ser xebitîna heyî ya komîsyona li Meclîsê jî, destnîşan kir ku li gorî pêvajoyê tevnagere û wiha pê de çû: “Me partî fesx kir, me têkoşîna çekdarî sekinand, ji bo ku em îradeya xwe raber bikin jî bi pêşengiya hevala me Besê çek hatin şewitandin. Tişta ku em bikin ewqas e. Ji bilî vê bila ti kes ne li benda tiştekî din be. Divê desthilatdar û komîsyon ji xwe re cidî bin. Ma tiştekî ku dewleta Tirk bike tine ye? Ma demokrasî hatiye Tirkiyeyê? Ma pirsgirêka Kurd çareser bûye? Di van mijaran de ti gav neavêtiye. Pêwîst e dewleta Tirk jî gavan biavêje.”
Karasû destnîşan kir ku dewleta Tirk pêvajoyê li demê belav dike û got: “Eşkere ye, tişta ku li demê bê belavkirin wê rîskan jî di nava xwe de hilgire. Heger ku pirsgirêk di demê de neyên çareserkirin, dikare bixitime, birize û ber bi rêyên cuda ve biçe.”
Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo azad bibe
Karasû sozên ku dewlet Bahçelî li ser navê dewleta Tirk gotine bi bîr xist û got: “Divê Rêber Apo biçe Meclîsê, li wir biaxive, mafê hêviyê bikeve meriyetê, şert û mercên xebata azad bên avakirin.”
“Divê li Tirkiyeyê mafên nasname û xwerêveberiya kurdan bê qebûlkirin”
Karasû bal kişand li ser sê têgînên kilît, ku ew jî aştî, civaka demokratîk û entegrasyona demokratîk in û wiha dewam kir: “Entegrasyona demokratîk ew e ku yekparebûn û yekîtî li ser bingehê demokratîk bi komarê re çêbibe. Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bê qebûlkirin û yekparebûn wê wisa çêbibe. Yan na, ne ew e ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê li ser Kurdan bidome.”
Karasû got: “Divê mafên Kurdan, nasname, çand û îradeya Kurdan a xwerêveberiyê bê qebûlkirin.”
Mûstafa karasû: Rêber Apo dikare pirsgirêka li Bakur-Rojhilatê Sûrî çareser bike
Her wiha îşaret bi zimanê ragihandina dewleta Tirk jî kir û destnîşan kir ku divê ev ziman bê guhertin.
Karasû bal kişand li ser gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî û wiha dewam kir: “Bila bihêlin Rêber Apo karibe li wir rolê bigire, wekî aktorekî karê xwe bike. Bi vî rengî li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Sûrî bi rol û aktoriya Rêber Apo pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.”



