Bi daxuyaniyek hevpar zêdetirî 5 sendîkayên mezin ên karkeran ên Fransayê bang li rêjîma Îranê kirin ku cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî, were betalanekirin.
Di daxuyniya sendîkayan de cezayê bi deravkirinê hate şermezarkirin û wiha hate gotin:
“Şerîfe Mihemedî ji bo parastina mafê karker û jinan tev li xebatên aştiyane bûye, bi vê sedemê tê darizandin.
Rejîma Îranê rewşa şer ji bo girankirina sûcan bi kar tîne û darvekirinê jî weke rêbazê zextê bi kar tîne.”
Li aliyê din gelek rêxistinên karkeran ên li Ewropa û Amerîkaya Latîn, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û raportorên taybet ên NY’ê jî piştgirî dan vê daxuyaniyê.
Her wekî gelek rêxistin, komele, tevgerên mafên mirovan yê li Îranê jî piştgiriya xwe ji daxuyaniyê re ragihandin.
Di dawiya de sandîkeyên Fransî û rêxistinên ku piştgirî dan, xwestin cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn tavilê were betalkirin û bê şert bê berdan.
Sandîkeyên Fransî got, divê hemû parastvanên mafên mirovan bên berdan û rejîma Îranê cezayê darvekirinê bi temamî ji holê rake.



