Serokê Fransayê Macron ragihand ku 26 welat dixwazin di “Hêza Ewlekariyê” de, ku piştî agirbesteke muhtemel a di navbera Ukrayna û Rûsyayê de tê plankirin, cih bigirin.
Her wiha Pûtîn diyar kir her leşkerekî biyanî yê ku li Ukraynayê were bicihkirin wê wekî hedefên rewa were hesibandin.
Macron, piştî civîna bi nûnerên welatên ku bi navê “Koalîsyona Dilxwazan” têne binavkirin, ku li welatê wî hatin pêşwazîkirin, li Parîsê daxuyaniyek da.
Macron diyar kir ku van 26 welatan soz dane ku “di çarçoveya hêza ewlekariyê de, an li ser erdê, an li deryayê an jî li hewayê leşkerên xwe bişînin.”
Macron her wiha got Almanya, Îtalya û Polonyayê di vî warî de “li gorî kapasîteyên xwe” berê xwe diyar kirine ka dê çawa û di kîjan qadan de beşdar bibin.
Hikûmeta Almanyayê berê ragihandibû ku beşdariya wê ya ji bo garantiya ewlekariyê dibe ku parastina qada hewayî ya Ukraynayê be.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, piştî civîna ku tê de beşdar bû, spasiyên xwe pêşkêşî welatên hevalbend kir ji ber niyeta wan a ji bo misogerkirina agirbesteke muhtemel li Ukraynayê.
Serokên dewlet û hikûmetê yên gelek welatên ku di Koalîsyona Dilxwazan de cih digirin, piştî civînê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin kirin.
Serokê Fransayê Macron, li ser pirseke derbarê beşdarbûna Amerîkayê di hêza ewlekariyê de, bersiv da ku ev yek “di rojên pêş de wê diyar bibe.
Zelenskiy ragihand ku Serokê Amerîkayê nerazîbûna xwe ji wê yekê aniye ziman ku hin welatên Ewropî yên wekî Macarîstan û Slovakya petrolê ji Rûsyayê îthal dikin.
PUTIN: HER LEŞKEREKÎ BIYANÎ LI UKRAYNAYÊ WÊ WEKÎ HEDEFÊN REWA WERE HESIBANDIN
https://www.aa.com.tr/tr/dunya/putin-ukraynada-konuslanacak-olasi-yabanci-birlikleri-mesru-hedef-sayacaklarini-soyledi/3678876
Her wiha Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di rûniştina sereke ya Foruma Aborî ya Rojhilat de ku li Rûsyayê hate lidarxistin, daxuyanî da.
Pûtîn teqez kir ku ew ne li dijî endametiya Ukraynayê di Yekîtiya Ewropayê de ne, wê wekî vebijarkek rewa dibînin.
Putin destnîşan kir ku ew ji ber sedemên ewlehiyê yên Rûsyayê li dijî endametiya NATO’yê ne.
Pûtîn amadebûna xwe ya ji bo hevdîtina bi aliyê Ukraynayê re dubare kir û got:
“Moskow cihê herî baş ji bo hevdîtinan e. Em ewlehiya wan ji sedî sed garantî dikin.
Ger ew me ji bo hevdîtinan vexwînin cihekî din, em van daxwazan zêde dibînin.”
Pûtîn destnîşan kir ku Ukraynayê heta demek berê têkiliya bi Rûsyayê re red kiribû û got ew niha daxwazên têkiliyan dike.



