Li Efganistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe.
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve hate eşkerekirin, zêdeyî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dan, nêzî 4 hezar kes birîndar bûn û nêzî 7 hezar xanî hilweşiyan.
Piştî erdheja giran, li herêmê pênc caran erdhejên biçûk rû dan.
Di erdhejên bi mezinahiya 5 pileyî de 10 kes birîndar bûn.
Di serî de Nangarhar, Laghman û Kunar 8 eyalet bi erdhejê hesiyan.
Rayedar dibêjin, ji ber şemîtîna axê hîn jî nikarin xwe bigihînin hin gundan, lewma dibe ku bîlanço girantir bibe.
Bi hezaran malbat ji ber hilweşîna malên wan li qadan, nava zeviyan û kolanan dimînin.



