Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio: eger pêwîst be, Amerîka wê komên sûcdar ên biyanî hedef bigire û dibe ku bi hevkariya welatên din vê yekê bike.
Marco Rubio di serdana xwe ya Ekvadorê de got:
“Niha ev welat dê alîkariya me bikin ku em van kesan bibînin û ger hewce bike, wan ji holê rakin.”
Her wiha Rubio ragihand ku Amerîka wê du hêzên çete yên sûcdar ên Ekvadorî, Los Lobos û Los Choneros, bixe nav lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî.
Rubio di bersiva pirsekê de li ser îhtîmala çalakiyek yekalî li dijî qaçaxçiyan ji hêla hevalbendên Amerîkayê ve li welatên wekî Meksîka û Ekvadorêde de got:
“Hikûmetên hevkar dê bibin alîkar da ku em qaçaxçiyan nas bikin, hewce nake ku ew tena xwe çalakiyan bikin.”
Nêrîna Rubio piştî hedefgirtina keştiyeke li Deryaya Karayîbê hatin.
Heman demê Qesra Spî teqez kir ku di êrîşê de 11 bazirganên narkotîkê hatine kuştin, her çend nasnameyên wan nehatine eşkerekirin.



