Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Nîjadperest MHP’ê Fetî Yildiz pêşniyar kir ku komîsyona li Meclîsa Tirkiyeyê serdana Rêber Apo bike.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, têkildarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li meclisê hat avakirin li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da.
Fetî Yildiz, pêşniyaz kir ku Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş çend kesan û demeke guncav diyar bike û kesên diyarkirî hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.



