Çalakiya Nobetê ya li wargeha Mexmûrê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, bi koma bi koma 152’yemîn bi biryardarî didome.
Merasîmê dewrgirtinê li saziya Malbatên Şehîdan ya wargehê bi beşdariya gel û çalavanan pêk hat.
Piştî deqyek rêzgirtin li ser navê koma 151’emîn Zîlan Ozek daxuyaniyeke da.
Zîlan diyar kir ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe ewê her li qada bin û got:
“Rêber Apo û gerîla çareseriya pirskirêka Kurd û Rojhilata Navîn in.
Ji bo pêvajo bi awayek tendûrûst bimeşe pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêber Apo hene.”
Piştî axaftina koma 151’emîn çalakî bi durişmeyan dewrî koma 152’yemîn kir.



