Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lêvegera bilind a taîfeya Durzî ya Lubnanê re civiyan.
Cîgirê Hevseroketiya Rêveberiya Xweser ê karûbarên derve Bedran Çiya Kurd serdana lêvegera bilind a Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix li daîreya wî ya li Lubnanê, kir.
Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed, siyasetmedarên Lubnanê Mahir Ebû Şeqra, Elaa El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix beşdar bûn.
Bedran Çiya Kurd girîngî bi domandina têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriye û Lubnanê re da û piştgiriya xwe ji şêniyên Siwêdayê re yên ku rastî êrişên hovane yên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê hatin, nîşan da.
“Divê tecrûbeya Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyê pêk were”
Li hemberî wê jî Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix girîngî bi xurtkirina têkiliyên Kurdî-Durzî da û helwesta Rêveberiya Xweser spas kir.
Her wiha Mahir Ebû Şeqra jî da zanîn ku divê tecrûbeya Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyê were pêkanîn.
Elaa El Sayix jî helwesta Rêveberiya Xweser silav kir û teqezî bi girîngiya sîstema demokratîk a nenavendî û pirreng da.



