Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak ji bo çalakiya nobedê ya 9 û 10’ê Îlonê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî talankirian ekolojîk a li Botanê bê lidarxistin û got, “Wezîfeya me hemûyan e ku xwedî li van daran derkevin.”MIX
Cografya Botanê nêzî 7 sal in bê navber tê talankirin.
Li vê cografyayê ku dar têne birîn, maden tê derxistin, lêgerîna petrolê lê tê kirin û bendav têne çêkirin.
Ji bo rawestandina vê talanê wê 9’ê Îlonê çalakiyeke mezin bê lidarxistin.
Çalakiya ya li dijî talanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê di 9-10’ê Îlonê de li navenda Şirnexê li Qada Cûmhûriyetê bê li dar xistin.
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmed Başak bang li civakê û li gelê kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li hemberî talanê êdî bêdeng nemîne û xwedî li xwezayê derkeve û beşdarî çalakiyê bibe.
Başak destnîşan kir ku divê gundî, gel, her kesên li bajaran li ber vê talanê.



