Daxwazên gelên Sûriyê yên ji bo avakirina pergaleke rêveberiyê ya demokratîk ku nûneriya hemû pêkhateyan bike, zêde bibin.
Pêkhateyên kantona Tebqayê der barê sistema nenavendî û çareseriya li Sûriyê de nirxandin kirin.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê Ibraîm Xelîl da zanîn ku komkujiyên ji aliyê rêjîma berê ve hatine kirin, hîn bandorê li Sûriyê dike.
Xelîl di derbarê peyama 10’ê Adarê a bi QSD’ê û hikûmeta veguhêz re axivî û wiha bi lêv kir:
Divê sîstemeke nenavendî were avakirin ku mafê hemû pêkhateyan û mezheban pêk bîne.
Her wiha destûreke demokratîk were sazkirin ku dawî li zihniyeta dûrxistin û dîktatoriyê bîne, ku heta roja îro berdewam dike.
Koçberê ji Efrînê Arif Sîdo destnîşan kir ku gelê Sûriyê bi dehan salan rastî paşguhkirin, nijadperestî û dûrxistinê hatiye û dibêje:
Divê ji ezmûnên berê sûd werbigire û ber bi pêşxistina sîstema Netewya Dmokratîk ve here.
Meryem Elebid da zanîn ku divê jin cihê xwe yê xwezayî di civakê de bigirin û bi bandor tevlî biryaran bibin û wiha anî ziman:
Garantiya rastîn a avakirina civakeke azad ku rêzê li rûmeta jinan û mafên mirovan digire, sazkirina destûreke demokratîk e.



