Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya gerîlaya HPJ’ê Cîhan Pepûle ya ku di encama qezayeke bê dem de di 22’yê Hezîrana 2025’an de li Pêncewînê şehîd bû, eşkere kir:
YRK’ê sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelê welatparêz ê Kurdisatnê xwest û diyar kir ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe bigihînin serketinê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya gerîlaya Hêzên Parastina Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê Cîhan Pepûle eşkere kir.
YRK’ê diayr kir ku ku Cîhan Pepûle di encama qezayeke bê dem de di 22’yê Pûşbera 2025’an de şehîd bû û got:
“Hevrêya me bi zanebûneke mezin di sala 2018’an de berê xwe dide nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û tevlî nava fikir û felsefeya Rêber Apo dibe.
Êdî dibe gerîlayeke jin a ku li beramber qêrîna her jinekê xwe berpisyar dibîne û diparêze.
Hevrêya me di sala 2020’an de bi armanceke mezin berê xwe dide dibistanên pisporiyê û branşa sabotajê dibîne.
Bi dîtina xwe ya ji branşa sabotajê re, êdî di hêla taktîk û stratejîk de dibe xwedî zanebûneke mezin.
Li ser wî esasî di heman salê de berê xwe dide, cihê lê ji dayîk bûye û li alanên Mukiryan, ji gelek xebatan re pêşengtiyê dike.
Di dema Şoreşa Jin Jiyan Azadî de pêşengtî dike û ji bo birêxistinkirina gel hewldaneke mezin dide.
Di xebatên rêxistinkirina gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de, hevrêya me xwedî rencekî mezine, ji bo me mîraseke ku her tim em jê re bibin layiq û lê xwedî derbikevin hişt.
Her tim di wê rexnedayînê de bû ku hevaltiya kêm a bi Rêber Apo re temam bike.”
YRK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku wê têkoşîna hevreyên xwe bigihînin serkeftinê.
Li gorî daxuyaniya HPJ’ê agahiyên der barê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Cîhan Pepûle
Nav û Paşnav: Sena Ibrahîmya
Cihê Jidayikbûnê: Hewraman
Dayîk-Bav: Çîmen-Eywez
Dem û Cihê Şehadetê: 2025 – Pêncewîn



