Profesor Fûad El Qetrib piştgiriya xwe bi banga dîrokî ya rêber Apo re anî ziman û got: ”Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erk û pêwîstiyeke dîrokî ye”.
Gelek kesayetên Sûriyê ji hundir û derveyî welêt tevlî kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ bûn.
Yek ji wan jî profesorê zanîngehê Dr. Fûad El Qetrib e.
Fûad El Qetrîb yek ji kesayetên akademîsyen e ku raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye.
Her wiha pêşgotina paraznameya Rêber Abdullah Ocalan (Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk) bi zimanê Erebî nivîsandiye.
El Qetrîb diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan wekî nûnerê modelek ramyarî, felsefî û têkoşînê ye û got:
Ramana wî teoriyek berfireh e ku bi Marksîzm, Lenînîzm û Maoîzmê re tê berhev kirin.
Di rewş heyî de ku li herêmên pevçûnên bixwîn yên olî, mezhebî û neteweperestî rû didin, projeya Ocalanîst çareseriya herî bibandor e ji bo çareserkirina aloziyên herêmê.
Fûad El Qetrib diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê mafek xwezayî ye ji bo wî û hemî girtiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, lê belê “erk û pêwîstiyek dîrokî” ye.



