Hêzên Îsraîlê ketin herêmeke din a gundewarê Qunaytîrayê ku wesayîtên wê yên leşkerî li ser rêya di navbera gundê Berîqa û Bîr Ecem de tevgerîn.
Karwanekî leşkerî yê din ê Îsraîlê ku ji 4 erebeyan û panzêran pêk tê, bi rêya di navbera gundê Berîqa û Bîr Ecem de yê navîna gundewarê Qunaytîrayê kete herêmeke din a Sûriyê.
Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerîn.
Her wiha 3 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ji bajarokê Xan Ernebe ber bi rêya di navbera Xan Ernebe û Ewfniya de ketin gundê Ewniyat û berê xwe dan gundê Huriye yê Qunaytîrayê.
Di meha Tebaxê jî artêşa Îsraîlê 25 caran keta nava axa Sûriyê û 15 bendên kontrolê yên demkî danîn.
6 kes girtin û bi ser 10 malan de girtin, 2 mal ruxandin û 4 caran êrişên hewayî li dijî herêmê kir ku di encamê de 6 leşker û sivîlek hatin kuştin.
Lê heta niha Hikumeta Veguhêz a Sûriyê dengê xwe nekiriye.


