Li paytexta Elmanya Berlînê 6 Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ên di demên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn.
Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Hêvî ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyan a Azad (Nav-Berlîn) ve hate lidarxistin.
Di merazîmê de nûnerên saziyan û malbatên şehîdan axivîn.
Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Şemse banga yekîtî û piştevaniyê kir û got:
“Heta ku em nebin yek, em ê şehîdan bidin. ”
Her wiha bi navê malbata Kaya Sakî Kaya axivî û şedîd Jîndar Tendurek bi bîr anî û desnîşan kir ku ew bi têkoşîna şehîdên xwe serbilind in.
Bavê şehîd Adil, Huseyîn Guneş jî diyar kir ku Şehîd ji bo gelê Kurd û Kurdistana azad şehîd bûn.
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî ragihand ku eger têkoşîna azadiyê îro li her derê belav dibe ev yek bi saya Rêber Apo û şehîdan e.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan bi dawî bû.
Li Aschaffenburg yê Elmanya 3 fermandarên pêşeng hatin bi bîranîn
Her wekî li bajarê Aschaffenburg ê Elmanyayê, fermandarên pêşeng ên gerîla Nureddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar, bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Di bîranînê de axavtin hatin kirin û hate gotin ku ewê li ser şopa şehîdan têkoşînê dewam bikin.



